Hevdîtinên Tehran-Washingtonê destpê dikin: Îsraîl agirbestê binpê dike
Heman piştî destepêkirina agirbesta du hefteyan a navbera DYE û Îranê, bombardûmana Îsraîlê ya li ser Lubnanê rageşiya li herêmê jinûve bilind kir.
Heman piştî destepêkirina agirbesta du hefteyan a navbera DYE û Îranê, bombardûmana Îsraîlê ya li ser Lubnanê rageşiya li herêmê jinûve bilind kir.
Rojek piştî destpêkirina agirbesta du hefteyan a navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Û Îranê, Îsraîlê êrişeke berfireh bir ser Lubnanê û vê yekê hevsengiya li ber şikestinê, hejand.
Roja Çarşemê gelek herêmên Lubnanê, Beyrûd, banliyoyên başûr bûn hedef. Êriş heta Başûrê Lubnanê û Bekaayê belav bûn.
LI LUBNANÊ DI NAVA ROJEKÊ DE BI SEDAN KES MIRIN
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrişan de 182 kes hatin kuştin. Parastina Sivîl jî diyar kir ku hejmara qurbaniyan gihîştiye 254 kesî. Li Lubnanê roja Pêncşemê şîn a neteweyî hate ragihandin.
HÎZBÛLLAH: EV YEK BINPÊKIRINA AGIRBESTÊ YE
Piştî êrişên Îsraîlê Hîzbûllahê bûyer weke "binpêkirina agirbestê" pênase kir û bersiv da. Bi vî rengî bandora lihevkirina Îran û DYE'yê ya li ser herêmê hîn di roja destpêkê de bi ezmûneke cidî re rû bi rû ma.
Neteweyên Yekbûyî jî ji ber van bûyeran alarm da. Di daxuyaniya Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres de hate ragihandin ku dewamiya karên leşkerî yên li Lubnanê agirbestê û hewldanên aştiya mayinde ya li herêmê bi rengekî cidî dixe nava xeteriyê.
TEHRAN: LI GEL BINPÊKIRINÊN ÎSRAÎLÊ JÎ EM DIÇIN ÎSLAMABADÊ
Îranê li gel êrişên Îsraîlê jî biryara dewamkirina danûstandinên dîplomatîk da. Sefîrê Bilind ê Îranê yê li Pakistanê Riza Amîrî Mûhadam ragihand ku heyeta Îranê wê êvara Pêncşemê bigihêje Îslamabadê.
Mûhadam anî zima ku di nava raya giştî de ji ber binpêkirina agirbestê ya ji aliyê Îsraîlê ve bêbaweriyeke xurt heye, lê belê li gel vê yekê jî ew li ser bingeha plana xwe ya ji 10 xalan de amade ne ku hevdîtinên cidî bikin.
LI ÎSLAMABADÊ TEDBÎRÊN AWARTE HATIN WERGIRTIN
Rêveberiya Pakistanê jî beriya hevdîtinên krîtîk ên navbera Îran û DYE'yê li paytext Îslamabadê ji bo du rojan betlaneya fermî ragihand û tedbîrên awarte wergirt.
Qesra Spî diyar kir ku Alîkarê Serokê DYE'yê JD Vance wê serokatiyê ji heyeta DYE'yê re bike. Tê payin ku hevdîtin roja Înê destpê bike.
TRUMP CAREKE DIN GEF XWAR
Serokê DYE'yê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê daxuyaniyek da û diyar kir ku leşkerên Emerîkî wê li Îranê û dora wê bimînin.
Trump anî ziman ku heta lihevkirineke mayinde pêk were wê keştiyên şer, balafirên şer û personelên leşkerî li herêmê bihêle.
Trump diyar kir ku eger lihevkirin bi dawî bibe wê êriş jinûve destpê bikin û gef xwar ku ev êriş jî wê hîn mezin, xurt û hilweşîner be.
DU ŞERTÊN BINGEHÎN ÊN DYE'YÊ
Serokê DYE'yê du şertên bingehîn dubare kir:
- Îran nebe xwedî çekên nukleerî
- Tengava Hurmuzê vekirî û ewle be
Sernavê herî bi nîqaş ê agirbestê jî Lubnan e. Aliyê DYE'yê îdîa dike ku bûyerên li Lubnanê parçeyek ji agirbesta bi Îranê re nîne.
Tehran jî berevajî vê yekê dibêje, agirbesta li Lubnanê parçeyekî pêvajoyê ye ku nabe bê cudakirin.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî tevlî pêvajoyê bû. Hate ragihandin ku Macron hem bi Donald Trump hem jî bi Mesud Pezeşkiyan re axivî û diyar kir ku ji bo agirbest bibe "cihê baweriyê û mayinde" divê Lubnan jî tevlî pêvajoyê bê kirin.